
Kurdistanmedia: Ji ber bilindbûna nirxên tiştan hejmarek ji nûnerên bi nav yên mecilsa rejîmê bo Hesen Rohanî nameyek nivîsîn.
Li gorî raportên belavbûyî, roja Dûşemî 6`ê Reşemeh(26`ê Şobat)ê, 157 nûnerên mecilsê yên bi nav nûner, bi sedema bilinbûnabê sînor a nirxên hewcehiyên jiyanê, nameyek bo Hesen Rohanî serkomar nivîsîn.
Deqa nameyê wiha:
Pêka lawazbûna berpirsayetiya dewletê, derheq çavdêrîkirina li ser nirxên tiştên bingehîn yên wekî, bilindbûna bêsînor a nirxa goştê sor û mirşk, û sipîtayî û herwisa tiştên din yên wekî bilidbûna nirxa tiromibîlan û givaşa bê sînor a nirxan li ser hevwelatiyan, ku jî ji ber berevaniya me li hemberî dorpêçên aborî, ji wan dikeve, û hewceye bilez pirsgirêkên hevwelatiyan yên di warê dabînkirina hewcehiyên bingehîn yên jiyanê bo xweş derbaziya xelkê bê çareserkirin.
Hevwelatiyên Îranê, bi sedema bilindbûna nirxan û nebûna derfetên kar û herwisa neberpirsbûna rayedarên rejîmê, di rewşeke herî xirab û hov de jiyan dikin.
Xelkê Îranê di nav welat de, ji ber bilindbûna bê sînor a nirxan, şiyana dabînkirina hewcehiyên bingehîn û heya yên serekî yên jiyanê jî tunînin, her ewa jî bûye sedema çêbûna arîşeyên civakî wekî bilindbûna asta telaq, û xwekûjî, û îtyad di nav civakê de.
Ev rewşa di demekê de ye ku rayedarên rejîmê hemû serwet û samana welat xercê girûpên terorîstî yên wekî Hizbulaha Lubnan, Husiyên Yemenê û Heşda Şe`ibî li Îraqê û …whd, dikin.
Herwisa eva yekem car nine ku bi sedema bilindbûna nirxan, nerazîbûnên navend û xelkê tên gorê, lê berpisên rejîma hov û li dijî mirovî bi bê guhdan li daxwaziyên xelkê, her di kiryarên xwe de berdewame.