Serokê Desteya Çaksazî û Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê, “Ebdulrehman Sidîq” di hevpeyvînekê de digel Fermangeha Medya û Zaniyariyan diyar kir ku: “Di encama topbaran û wan şerên ku welatên cîranên me birê ve dibin, tenê li sala 2019`an heta 2020`an, nêzî yek milyon donim ji daristanên me hatine şewitandin.
Herwisa wî berpirsê jîngeha Herêma Kurdistanê diyadaye diyar kirin ku: “Di heyama salekê de, 250 hezar donim ji daristanên Herêma Kurdistanê bi sedema bombebaranên welatên cîran hatine şewitandin.
Herwisa navbirî got: “Nabe em jibîr bikin ku, me cîranên baş tinînin”.
Îran û Tirkiye bi berdewamî û bi hincetên coda, destdirêjiyê li ser axa Herêma Kurdistanê dikin û çiyayên Kurdistanê topbaran û mûşekbaran dikin ku, ev yek bûye sedem xisarên gelek zêde bi jîngeha Kurdistanê bikevin.