Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyera hatinûçûnê 3 endamên malbatekê canê xwe ji dest dan

12:19 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li bûyereke hatinûçûnê li herêma Somayê, 3 kesên malbatekê yên xelkê gundê Hesenî canê xwe ji dest dan.

Roja 19ê Tîrmeha 2022`an, li ser riya Sêro bo Urmiyê, maşîneke barhilgir, ji rê derkevt û wergeriya ku di encamê de 3 kes ji rêvîngên wê maşînê demldest, canê xwe ji dest dan.

Ev 3 kes jî mêrek bi navê Şapûr Kerîmî kurê Xurşîd, û 2 jin bi navên, Bacî Kerîmî keça Hecî Nûredîn û Cemîlê Kerîmî keça Hecî Se`îd bûn.

Ev 3 kesên ku di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane, xelkê gundê Hesenî yê ser bi navçeya Somayê girêdayî bajarê Urmiyê bûn û ji malbatên welatparêz û cihê baweriya xelkê navçeyê bûn.

Bi sedema xirabiya rêyan û xirabiya kualîteya maşînên Îranê rojane xelk dibin qurbanî.

Pêka agehdariya malbatên wan qurbaniyan, termên wan ji Urmiyê ve ber bi cihê jidayîk bûna wan hatiye birin da ku bi axê bên spartin.