Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyera hatûçûnê 7 kesan canê xwe ji dest da

18:44 - 30 Çirriya paşîn 2021

Bi sedema bûyera hatûçûnê li parêzgeha “Kirmaşan”ê 7 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Roja Sêşemî 9ê Sermawezê li ser rêya di navbera bajarê “Riwanser û Pawe”yê de li nêzî gundê “Zîrcûbî” bûyera hatûçûnê di navber du maşînên cora “Pirayd û Pêjo”yê de qewimî ku di encam de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûn û bo navendên tendûristiyê hatine veguhastin.

 Herwisa hatiye ragihandin, kesên birîndar û canjidestdayî xelkê bajarê “Ciwanro” û gundê “Burhaneddîn”ê ser bi bajarê “Rewanser”ê ne.

Ew bûyer di demjimêr 12 û 40 xulekan nivro de qewimiye.

Rêyên Kurdistanê bi sedema nestandarbûn û rewşa xirab bûye gef li ser can û malê welatiyan û rojane welatê di wê rêyê de dibin bi qurbanî.

Rêjeya canjidestdan û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê di rêyên Rojhilatê Kurdistanê de bi qasek zêde ye ku hejmarek ji wan rêyan bi rêyên mirinê hatine binavkirin.