Îsraîl li 2 êrîşên cuda de, çendîn kesên girêdayê rejîma Îranê kuştin û enbarek ji paşketên teqemeniyan li Sûriyê teqandin û çendîn kes jî birîndar bûn.
Roja Înê 7ê Gulanê, helîkoptereke Îsraîlî li tenîşt bajarê “Cibatel Xeşab” li bakurê bajarê “El-Qenîtere” li Colanê êrîşî li ser binkeyeke Hizbullahê kir ku di wê êrîşê de, 3 kesên Hizbullayê hatine birîndarkirin; Herwisa êrîşa Îsraîl a roja Pêncşemî 6ê Gulanê jî, 8 kesên girêdayê rejîma Îranê ku 5 Îranî, 2 Efxanî û 1 jî Sûrî bûye hatine kuştin û 14 kes jî, birîndar bûne.
Pêka rapora Çavedêriya Mafê Mirov a Sûriyê, êrîşa Îsraîlê a roja Înê li Colanê li ser hezên çavdêrî û geşta Hizbullahê hatiye kirin.
Herwisa Çavedêriya Mafê Mirov a Sûriyê ragihandiye ku, êrîşa Îsraîl a roja Pêncşemî li parêzgeha “Laziqiyê” de binkeyeke leşkerî ya hêzên ser bi rejîma Îranê ku cihê paşketkirina teqemeniyan bûye û hêzên Îranî û hêzên girêdayê wê rejîmê tê de bûne hatiye teqandin, lê rejîma Sûriyê îdia kiribû ku enbareke madên plastîkî bûye.
Îsraîlê ti basek li ser wan êrîşên xwe yên li Sûriyê nekiriye, lê bi caran daye zanîn ku hebûna hêzên rejîma Îranê li nêzê sînorê xwe qebûl nake û dê li hember wan derkeve.