Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşa DAÎŞ û Sipaha Sûriyê bo ser kempa Elwelîd, penaberekî Kurd xelkê Îranê birîndar bû

13:27 - 24 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema êrîşa DAÎŞ û bombebaran kirina Sûriyê bo ser kempa Elwelîd di parêzgeha Enbar, awareyekî Kurd xelkê Îranê hat birîndar kirin û hemwelatiyekî Erebê Ehwazê jî hat kuştin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî bervera 22’ê Hezîran a 2014’an, bi sedema êrîşa hêzên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê nasikirî bi DAÎŞ bo ser awarên Kurdên Îranî di kempa Elwelîd, hemwelatiyekî Kurd bi navê Aso Ezîz hat birîndar kirin.

Riza Ezîzî yek ji wan penaberane di pêwendiyekî telefonî de bi nûçegihannê malpera Kurdistanmedia ragihand: Niha em awarên Kurd ên Îranê bo aliyê sînorê Ordonê direwin û hejmarek ji me jî ji ber nebûna îmakanata çûnê çarenivîsa wan ne diyar e.

Di vê pêwendiyê de awareyekî din yê kempa Elwelîd da zanîn û got: Kempa Elwelîd roja Yekşemî bi sedema topbarankirina rejîma Sûriyê hat vala kirin û ew awarane hemû hewl didin xwe derbaszî sînorê Ordonê bikin.

Bi gotina yek ji nêzîkên wan awarane, ew malbatanên ku helatine li sînorê Ordonê tûşî arîşeyan bûne û îzna wan nahê dan biçine nav vî welatî de.

Nêzî 7 meh berî niha bi biryara komîsariyaya bilind a penberan, qirar bû ew awarane Kurdane bo Herêma Kurdistanê bizivrin lê bi sedema aloziyên Romadiyê û Felûce, ev biryare nehate cîbicî kirin.

Kempa Elwelîd xêwetgaheke di navbera sînorên Îraq û Sûriyê ku sala 2003’an paş hiloşîna rejîma Be’s hatiye ava kirin.

Kempa Elwelîd di destpêkê de tenê bo Erebên Îraqî û Filîstînî hatibû çê kirin, lê piştre hejmarek Kurdên Rojhelata Kurdistanê ku piştre li kempa “Elkerame” hilkevtî di navbera Îraq û Ordonê de bûn, bi armanca çavdêriya pitir ji aliyê UN ve hat veguhastin.