Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşa Tirkiyê 3 fermandeyên HSD şehîd bûn

18:18 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê, Jiyan Efrîn, Roj û Barîn li roja 20ê Tîrmehê li rêya Qamişlo-Tirbespiyê de şehîd bûn.

Fermandehiya Hêza Dijeteror û Operasiyonên hevpar “Jiyan Efrîn” û herwisa 2 fermandeyên din ên bi navên “Roj û Barîn” ku di şerê li dijî DAÎŞê de qehremantî afirandibûn, di êrîşa esmanî ya hêzên Tirkiyê de şehîd bûn.

Fermandeyê HSD “Mezlûm Ebdî” tevî pişrastkirin a şehîdbûna wan 3 fermandeyan gotiye: “Fermandeya Hêzên Dije Teror û Operasiyonên hevpar “Jiyan Efrîn” û her du hevalên me “Roj û Barîn” ku di şerê li dijî DAÎŞê de qehremantî afirandibûn û mirovahî ji çengên çeteyan rizgar kirin, û Tirkiye bi armancgirtina wan, şerê li dijî DAÎŞÊ zindî dike”.

“Mezlûm Ebdî” ragihandiye ku ew karê Tirkiyê şer li dijî DAÎŞê, bê hêz dike û hevpeymanên me divê li dijî wan êrîşan bisekinin lê, em bêdeng namînin û dê tola şehîdên xwe hildin.

Herwisa Fermandeyê “CENTCOM”ê “Michael Kurilla” li derheq şehîdbûna wan 3 fermandeyan gotiye: “Selwa naskirî bi jiyan, li nav hêzên HSD de fermandeyeke girîng û xwediyê pêgehek girîng bû ku karî li şerê li dijî DAÎŞê û jinavbirina wê îdeolojiya şerxwaz de hêzan bi pêşve bibe”.