Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşên Daeşê di heyamê 11 mehan de 356 kes şehîd û 480 kes birîndar bûne

17:55 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di raporekê de belav kiriye ku di destpêka îsal de çekdarên DAIŞê 229 kiriyarên terorîstî di deverên Kurdistanê û îdareya Hêrêma Kurdistanê de encam dane.

Pêka amara Wezareta Pêşmerge di wan êrîşan de 356 kes şehîd û 480 birîndar bûne û 33 kesên hatine revandin.

Di dawiya meha derbasbûyî de çekdarên DAIŞî çendîn êrîş kirine ser çeperên pêşmergan û çendîn pêşmerge şehîd kirine.

Di sala 1395an a Rojî yek ji berpirsên Wezareta Pêşmerge yê bi navê “Cebar Yawer” ragihandibû di detpêka şerê DAIŞê de di sala 2014an ve heta niha 1 hezar û 446 pêşmerge hatine şehîd kirin.

Herwisa navirî ragihandiye jibilî wan hezar û 446 kesên şehîd, 8 hezar û 610 pêşmergên din hatine birîndar kirin û 64 pêşmergên din hatine bêser kirin.

Girûpa terorîstiya DAIŞê di sala 2014an ve êrîş kirine ser Bakûrê Îraqê û piştî êrîş bo ser deverên Herêma Kurdistanê, lê ji aliyê hêza Pêşmergên Kurdistanê ve ew êrîş bi tundî hatine bersivdan û têkşikandin.

Heta niha welatên rojavayî û berpirsên paye bilind yên welatên Rojavayî rol û bandora hêza pêşmergên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bilind nirxandine û ragehandine ku pêşmerge bi nûneratiya cîhanê şerê dijî DAIŞ û terorê kirine.