Bi sedema hişkesalî û nebûna sîstemeke serast û zanistî ya dabeşkirina ava werzîriyê, %50 berhemên werzêrî li parêzgeha Luristanê de rastî xisaran hatine.
Roja Duşemî 17ê Gulanê, serokê Navenda Werzîrî yê parêzgeha Luristanê, “Isfendiyar Hesenî Moqeddem” tevî îşarekirin bi xisara werzêrî li wê parêzgehê de got: “Heta niha 4 hezar û 400 milyard Tumen xisaret bi beşên werzêriyê li wê parêzgehê de ketiye û zêdetirîn xisar bi beşa çandinî û bi qasî hezar û 200 milyard Tumen û beşa ajel, balinde û masiyan jî bi qasî milyardek û 700 milyon Tumen xisar pêketiye.
Herwisa navbirî got: “40 heta ji %50 a berhemên werzêrî rastî xisarê hatine.
Herwisa “Isfendiyar Hesenî Muqeddem” li derheq xisarên werzêrî bi berhemên ku nehatine bîmekirinê got: “Me niha ti bernameyek bona wê mijarê tinîne, em çavrêyê biryara heyeta dewletê ne”.
Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, %50 a genimên berhemhatî ji aliyê werzêrên bîmekirî ve hatiye berhemanîn.
Hişkesalî ji aliyek û veguhastina ava parêzgeha Luristanê bi bajarên wekî “Qum”ê pirsgirêka kêmaviyê dijwartir kiriye û sîstema dabeşkirina avê jî li ser binyata hewcehiyan û pîverên zanistî nîne, lewma werzêr rastî xisarên giran dibin û xisar ji aliyê rejîmê ve bi qasa hewce nayê qerebûkirin.