
Berpirsê Îdareya Giştî yê Mîrata Kultûrî ya pîşeyên destî û Geştiriya rejîmê li Kirmaşanê, “Cebar Gewherî” gotiye: “Ji heyama belavbûna vîrûsa Koronayê ve heta niha beşa geştiyariya wî bajarê 67 milyard Tumen xisar pêketiye”.
Bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û dayxistina cihên giştî heta niha hezar û 130 pîşe ku girêdayê beşa geştiyariya Kirmaşanê bûn, ji nav çûne.
Herwisa “Cebar Gewherî” gotiye: “Bo geşedan bi beşa geştiyariya Kirmaşanê, me hewcehî bi 19 milyard Tumenî heye ku heta niha bi tenê 9 milyard Tumen bi me re hatiye dan û dana beşa din a pere ji aliyê bankê ve hatiye ragirtin”.
Parêzgeha Kirmaşanê nêzî 4 hezar cihên balkêş ên geştiyariyê hene û wekî yek ji parêzgehên girîng ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê geştiyariyê ve tê naskirin.