Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema nebûna îmkanatên hewarhatinê dibsitan di gire de dişewtin

12:44 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemê 19`ê Befranbarê, li gundê “Kerem Best” a girêdayî devera “Dîniver”a ser bi parêzgeha “Kirmaşan”ê, bi sedema nebûna îmkanatên hewarhatinê dibistana wê gundî di agir de şewtî.

Sedema agir pêketina vê dibistanê, xerab bûna sobeyê hatiye ragihandin.

Di vê bûyera han de, dersxwanan tenê karîn canê xwe ji  agir rizgar bikin.

Mixabin çend salan berî niha jî, bi sedma xemsar û cudahîdanîna berprisên rejîmê yên di vê herêmê de, dibistana navincî ya  wî gundî, di agir de şewtî û heta niha jî, nehatiye avedankirin û dersxwanên vê pola xwendinê neçarin bo berdewamkirina dersê, wî gundî bi cih bihêlin.

Eva di halekê de ye ku, rejîma Îranê li welatên herêmê yên wekî “Îraq û Sûriyê”de, xwendigehan çê dike û tewavhiya hewcehiyan jî, bo dersxwanên wan welatan dabîn dike.

Piştguhxistina herêmên Kurdistana Rojihilat ji aliyê berpirsên rejîmê ve karekî nû nîne. Di sala 1391`an de jî, li gundê Şînavê ya girêdayî bajarê Pîranşarê, bi sedema agirê pêketina sobeyê, 29 dersxwan tûşî şewatên giran bûn û du ji wan jî, bi sedema kûrahiya birînan canê xwe jidest dan û yên din jî heya niha ji ber kûrahiya birînana êş û azaran dibînin û tu alî an navendek hikûmî li hember wan de berpirsyar dernakeve.