Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema nebûna pere dayîkek li zaroka xwe bê par bûye

11:45 - 27 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Nexweşxaneyeke bajarê Erdebîl a Îranê, bi sedema vala nekirina perê nexweşxanê, astengî bo dayîka wê zarokê çê kirin.

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, di heyama çend rojên borî de, jinek di nexweşxaneya bajarê Erdebîlê de dibe xwedê zarokekê, û bi sedema nebûna pere ku bikare perê nexweşxanê vala bike, ji dîtin û şîrdan bi zaroka xwe re di nexweşxanê de bê par bûye.

Dayîka wê zarokê daye zanîn û gotiye: “Min dixwast ji keça xwe re şîr bidim, lê perestarên wî nexweşxaneyê îzin ji min re neda û zaroka min ji min standin, û gotin heya hûn perê nexweşxanê vala nekin hûn nikarin wê zaroka xwe bibînin.

Pêka gotina berpirsên nexweşxanê, mesrefa nexweşxaneya wê zarokê nêzî 2 milyon û 40 hezar tûmen e, û malbata wê zarokê ku kedkarin nekarîne perê nexweşxanê vale bikin.

Berê jî Wezîrê Bêhdaştê Se`îd Nemekî dabû zanîn ku, ew kesên ku kedkarin û şiyana kirîna hin ji derman tunin û di nexweşxaneyên dewletê de ne, dikarin bi bê pere jî, di nexweşiyan de karên wan cîbicî bikin.