Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema pirskirêkan qutabî dev ji xwendinê berdidin

10:49 - 4 Kanûna pêşîn 2020

Qutabiyên ku nikarin emrazên hewce bo xwendina “Onlain” dabîn bikin, yan hêla înternêtê di cihê jiyana wana lewaze, neçarin dev ji xwendinê berdidin.

Gorî wan zaniyarî û nûçeyên ku ji deverên Soma û Biradosa ser bi Urmiyê di torên civakî de hatine belaw kirin, hezaran qutabî îsal ji xwendinê pare mane, ewên dinê jî di hember gelek dijvariyan de berxwe didin.

Zarok û qutabiyên gundê bêrdûkê li herêma Somayê divê serkevne bilindahiya çiya da ku bikarin înternêt hebin.

Gorî biryara rejîmê ku bi sedema hebûna vîrûsa korona yê xwendina îsal di piraniya astên xwendinê û di Îranê de bi awayê “onlain” bi rêve diçe, pitir ji nivya qutabiyan di gel pirskirêkan hember bûne.

Di piraniya deverên derweyî ji bajaran, hêla înternêtê yan çinîne, yan jî hekî hebe gelek lewaze, qutabî bona bi hêla înternêtê ve bêne girêdanê, dibe di wê hewa û werzê sir û seqemê de, biçne ser bilindahiyan , yan ser banan.

Pirskirêkekî dinê ya xwendinê, ewe ku piraniya qutabiyên ku gundan de dijîn, ji hebûna Aypat û Hand û Telefonên zîrek bêparin, yan hekî hebin jî nizanin bikar bînin.