Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema pîsbûna avê, xelkê çend taxên bajarê “Seqiz”ê rastî nexweşiyan hatine

17:13 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Pêka nûçeyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, ava vexwarina çend taxên bajarê “Seqiz”ê bi taybeta taxa “Qewx” a wî bajarî pîs û şêlû bûye û xelkê wê taxê pê nexweş kevtine.

Welatiyan bas ji vê yekê kirine ku ew ava heta niha çendîn caran hatiye ceribandin, lê pirisgirêka wêşîlûtî û pisbûnê hêj rohn nebûye.

Welatiyên wî bajarî bi sedema pîsiya avê, rastî zikçûn û bêhêziyê hatine û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Berê jî çendîn caran ava wan taxên bajarê “Seqiz”ê şêlû bibûne û heta niha ti çareserî û rêçareyek bo wî pirsgirêkê nehatiye peyda kirin.