Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema qazaya kar kedkarekî Kurd mir

16:24 - 24 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Kedkarekî Kurd bi sedema bûyera kar di rêya Sine bo Kirmanşanê canê xwe ji dest da û sê kedkarên din jî hatin birîndar kirin.

Kempêna hevahengî bo pêkanîna navendên kedkarî bilav kir, roja Şemiyê 21’ê Hezîran a 2014’an, 4 kedakrên kargeha qîrê a “Te’awuna 163 a Sine”, hilkevtî li 20 kîlomêtriya rêya Sine bo Kirmanşanê, di dema karkirinê de bi sedema xilasbûna yek ji Lodêran, tûşî bûyera kar bûn.

Li gor rapora han, kedkarek bi navê Fuad Çardolî temen 30 salî û xwedî xêzandar, çûye bin tekerên Lodêrê û demidest canê xwe ji dest daye û sê karkerên din jî bi navên Fuad Zendî, Mensûr Yûsifî û Areş Ebasî, hatine birîndar kirin û bo nexweşxanê hatine veguhastin.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di meha Xermanan a 1393’an a Rojî de , 8 kedkarên Kurd li Kurtdistana Îranê bi sedema bûyerên curbacur canê xwe ji dest dane û hatine birîndar kirin.