Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema sir û seqemê xisar geheşte berhemên werzigariyê li parêzgeha Sinê

23:32 - 23 Nîsan 2021

Sir û seqem li parêzgeha “Sine”, bû sedem ku xisareke giran bigehe berhemên werzêran û berpirsên rejîma Îranê jî tevî îşare kirin bi qasa wê xisarê heta niha ti qerebûyek bo wan werzîgaran nekirine.

Roja Pêncşemî 22ê Nîsanê, “Xelîl Fê`ilêgerî”, Cihgirê Bernamerêjî û Karûbarên Aborî yê Saziya Cehada Kişawerzî a parêzgeha Sine, tevî îşarekirin bi çendîn rojan sir û seqema li destpêka Bihara Îsal li parêzgeha Sinê de got: “Zêdetir ji 5 hezar û 600 milyard riyal, xisaret geheştiye rez û zewiyên wê parêzgehê”.

Berpirsên rejîmê îdia dikin ku li ser qasa xisaran lêkolînê dikin û “Xelîl Fê`ilêgerî” jî gotiye: îdareya “Bîmê” hêj mijûlê lêkolîna li ser qasa wan xisaran e û pêka bîmeya werzîgaran, dê qerebûya wan bête kirin”.

Rejîma Îranê ti qerebûyek bo werzîgaran nake û tenê îdara Bîmê li dema xisarpêketina bi xelkê, bona çevtekariyê xwe mijûlî amadekirina rapora xisarê dike û sozên direvîn didne xelkê.

Ji aliyekî dinê jî Xelk rastî pirsgirêkên micid hatine û herwisa bilindbûna nirxa hewcehiyên werzîgarî jî xisarekî giran li werzîgaran daye.