Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema tehrîmên abûrî ên navdewletî, xwendekarên Îranê di Norvêjê de tên derkirin

21:15 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Polîsê Norvêjê û dezgeha hewalgîrî a vî welatî, xwendekarên Îranî bi tometa harîkarîdana bernameya navekî di vî welatî de tên derkirin.

Nûçegihana BBC bilav kiriye, dewleta Norvêjê xwendekarên Îranî ên zanîngehên welatê xwe bi sedema hiloşîna wîzaya rûniştiya wan di vî welatî de li encama ambargoyên navdewletî di welatê xwe de der dikin.

Dorpêçên navdewletî, hiloşîna wîzaya xwendekarên karzanên bilind ên zanîngeha fenî a Nirvêjê hate gorê û qirare di pêşerojeke nêzî de ew xwendekarane der bikin û bizivrine Îranê.

Xwendekarên Îranî yên zanîngeha Norvêjê li nameyek ku ji aliyê îdareya penaberên vî welatî ve bo wan xwendekarane hatiye rêkirin di vê namê de bi wan ragehandine ku dibe Norvêjê bi cî bihêlin.

Piştre jî di destpêka sala 1393’an a Rojî, 64 xwendekarên Îranî seba xwendîn ji rişteyên weke fîzîka navekî, elitironîk, mêtalojî û mîkanîk, bo pêşbirina bernameya navekî a Îranê yarîder bin, ji xweîndin di zanîngehên Norvêjê de hatibûn derkirin.

Polîsê Norvêjê sûça wan xwendekarane hewldan bo dest pêregehîştin bi agahiyên li ser berhemanîna çeka komkujî di rasteya pêşbirina bernameya navekî a rejîma Îranê ragehendibû.