Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran du hevwelatiyên Belûç birîndar bûn

12:05 - 14 Adar 2021

Hêzên Spaha Pasdaran teqe li du hevwelatiyên Belûç kirin û bi vê sedemê nûciwanekî canê xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû.

Roja Şemî 23ê Reşemê bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran bi maşînekê li gundê “Mortan” yê ser bi bajarê “Rasik” du hevwelatiyên Belûç hatine kuştin û birîndarkirin, ku yek ji wan nûciwanek temen 14 salî yê bi navê “Yûnis Yezdanşinas” kurê “Mihemed’’ bû. Ew bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a aterorîst canê xwe ji dest daye.

Di wê bûyerê de, jinek bi navê “Nûr Bîbî” hate birîndarkirin. Ew kesên ku hatine kuştin û birîndarkirin xelkê gundê “Mêhrabava” yê ser bi devera “Hûng” bûne.

Ew du welatî ku rastî teqeya hêzên Spaha terorîst hatibûn, xwarzî û xwalet bûn, ku li rêya serdana nexwşxanê rastî seytereya hêzên Spahê hatibûn û hêzên Spahê bi gumana hilgirtina barên qaçax teqe li maşîna wan kiribûn.

Hêzên serkutkar bi hêceta pêşîgirtin ji kasibkarên Belûç rêyên wan deveran xistine di bin çavedêriya xwe de û teqe li hevwelatiyên sivîl dikin.