Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqeyên hêzên Întizamî, sedan hiktar ji daristanên Serdeştê hatin şewitandin

16:12 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê di dema teqekirin bi kolberên devera sînorî a Alanê ya Serdeştê, bûye sedema bûyereke mezin a agirgirtinê di vê deverê de.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 24’ê Tîrmeha 2014’an, piştî teqeyên hêzên Întizamî ên Serdeştê ji kolberên sînorî ên devera Alan a ser bi bajarê Serdeştê, pişkek ji daristan û baxên deverê di na agir de şewitîn.

Di wê agirgirtinê de sedan hiktar ji daristan û baxên rûniştiyên gundên Zerdekanî, Hezinî û Gakê, di nav agir de şewitîn û zirareke zof a madî gehande hemwelatiyên devera Alanê.

Ew agire heta roja Yekşemiyê 27’ê Tîrmehê berdewam bû û ji aliyê hevwelatiyên devera Alanê ve hat konterolkirin.

Di çend mehên borî de, pişkekî zaf ji daristan û zozanên Merîwan, Riwanser, Ciwaro, Sewlawa, Sine û Serdeştê ji aliyê kes an kesên nasnekirî ve hatin şewitandin.

Rejîma Îslamî a Îranê li hinek ji wan haletên agirgirtinê di Kurdistanê de, pêşiya hewla xwezayî a hemwelatiyan û jîngehparêzan ji bo vemirandina agir, digire.