Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqîna di Beyrût ê, 300 hezar kes bê mal û hal man

11:45 - 6 Tebax 2020

Teqîna bendera Beyrût ê, gelek xisarekî mezîn pey xwe hişt sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, hezaran kes birîndar bûn, sedan hezar kes mal û cihê jiyana wan ji nav çu.

Roja derbasbûyî 5ê Tebaxê, wezîrê tendirustiya Lubnan ê ragihand, xisara wê teqînê gelek mezine û tête texmîn kirin ku xisara maliya wê pitir ji 15 Milyard Dolaran be, pitir ji 5 hezar kesî birîndar bûne, û mixabin bi hegera rewşa xirabe birîndaran, hejmara kesên canê xwe ji dest didin jî her diçe zêdetir dibe, bajar bi çendîn kîlometran derdora cihê teqînê vêran bûye, sedan hezar kes perîşan û bê mal mane.

Piştî teqînên Navokî yên Hîroşîma û Nakazakî, teqîna Beyrût ê, weke sêyemîn teqîna mezine cîhanê hate navdêrkirin.

Bi hegera xisara mezin ku giheştiye welatê Lubnanê, zaf welatan hevxemiya xwe jêre dane xuyakirin û amadeyî ya xwe bo her cure alîkariyekê ragihandin, bo mînak piraniya welatên Erebî, Firanse, Amerîka.

Ji aliyekî dinê jî, di demekê de Lubnan bi du hindê deye kanê sebebkarê wê teqînê kê û çi aliyek bûye, basê hindê heye ku ew embar cihê madeya teqînê bo çêkirina Bomban bûye û embar ya Hizbullah ê ye û milîsên ser bi rejîma Îranê ne.

Di lêkolînên destpêkî de tilya sûçdariyê bo aliyê rejîma terorîstperwere Îranê tête dirêj kirin.