Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqîneke bihêz li nêzî bajarê “Şûş”ê çend kesan canê xwe ji dest dan

13:36 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Teqîna boriya neft û gazê li nêzî bajarê “Şûş”ê li parêzgeha Xûzistanê, bû sedema kuştina 3 kesan û 4 kes jî bi wê sedemê bi dijwarî birînadar bûn.

Pêka gotinên Fermandarê bajarê “Şûş”ê “Ednan Xezî”, roja Sêşemî 15ê meha Pûşper, hêla boriya veghastina neft û gazê li navbera gundên “Beyt Ecem û Mez`el Zemedî” ên ser bi wî teqiyaye û bi sedema wê teqînê 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Piştî vê teqînê, Wezîrê  Nefta rejêma  Îranê “Bîjen Zengene”  daxwaz ji berpirsê giştî yê Kompaniya neftê kir ku lêkolînê li ser  sedema wê boriyê bike.

Herwisa navbirê îdia kiriye ku ew teqîn bi sedema jêçûna gazê ji wan boriyan bûye.

Teqînên bi hêz di navendên vize û boriyên veguhastina neft û gazê heyameke zêde ye ku di Îranê de diqewimin û berpirsên rejîmê hewl dane ku sedema wan teqînan perdepoş bikin an hêceteke nerast bona wan teqînan bînin.