
Şewa derbasbûyî 30 ê Hezîranê, teqînekî mezin di navendekî Dermanî li bakura Tehranê li Şeqama Şerî`etî qevimî û bû sedema agirpêkevtinekî mezin.
Gorî amarên despêkî hate ragihandin ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û çendîn kesên dinê jî birîndar bûne.
Herşiqas rejîm rasiyan hem li derheq sedemê vê teqînê û hejmara kuştiyan diveşêre, lê bona serqalkirin û xapandina xelkê, heçî organ û deshilatdarekî rejîmê tiştekî cuda dibêjin.
Bo mînak Sipaha terorîste Pastaran ragihand ku ev teqîn bi sedema hebûna madeya Radyoektîvê, di vê navenda dermanî de çê bûye , û gelek nekêşa ku gotina xwe red kir.
Cêgirê Parêzgarê Tehranê jî got, neşt û lêçuna Gazê bûye sedema agir pêkevtinê.
Herîrçî gotiye, agir berbûye vê navendê û piştre Kepsolê Oksîjinê teqiyane.
Xelkê Bajarê Tehranê nîgeranin ku rejîm rastiyan diveşêre û jêvene ku ev teqîn û agir berdana herderî û heçî xirabkariyekê, rejîm hebxwe dike bo evê ku revşa welat aloz û avirte bide xûyakirin.