
Pêka nûçeya ku gihîştiya bi malpera “Kurdistanmedia”yê, roja yekşemî 29`ê Reşeme ya 1400`an a Rojî, tîmeke Spaha Pasdaran a terorîst li gundê “Buêna Xwarê” yê ser bi Baneyê ber bi “Germaw û Nîrwan”ê ve di haletê geştê de bû ku maşîna wan tûşê wegeranê hat û hejmarek ji wan birîndar bû.
Çavkaniya agehdar behsa vê yekê kiriye ku “ev tîma Spahê 7 kes bûne ku di vê bûyerê de yek ji wan perasiya wî şikestiye.”
Wê çavkaniya agehdar gotiye: “Li gundên Germaw û Nîrwan”ê alaya Kurdistanê bilind kiribûn ku ev tîma Spaha Pasdaran dixwast biçe wan gundan alaya Kurdistanê bînine xwarê, ku rastî vê bûyerê hatin.
Di deverên Baneyên jî, wek deverên din ên Kurdistanê bi hilkefta Newrozê cejna Newrozê û çalakiyên berfireh ên banghêjî li dijî rejîmê lidar xistin û piraniya wan cihan de jî, alaya Kurdistanê û hêmayên din yên netewî hatin bilindkirin. Her lewma hêzên rejîmê hewlê didin ku pêşiya çalakiyên xelkê bigirin, lê xelkê Kurdistanê bi îradeyek qahîm ve li dijî wan disekînin.