Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema xemsariya bajarvaniya Urmiyê, zarokekî canê xwe ji dest da

12:06 - 16 Hezîran 2021

Li taxa Elwaca bajarê Urmiyê, zarokekî 3 salî yê bi navê “Feryad” li nav ava kanala averoya wê taxê de xendiqî, çendîn sal e ew kanala averoyê bê perjîn û servekirî ye.

Pêka gotina xelkê deverê Feryad rojek berî salvegera ji dayîkbûna xwe li nav ava averoyê de xendiqiye.

Bi sedema Xemsariya bajarvaniya bajarê Urmiyê li taxên derdornişîn, çendîn sal e tevî bêhna pîs û belavbûna nexweşiyan li demsala germayê de, li ser canê zarok û kalan jî gefek micid e, heya niha bajarvaniyê ti bernameyek bona çareserkirina wê pirsgirêkê tine bûye û bi tenê berpirsên pêwendîdar sozên çewt dane xelkê, û bi taybet li dema hilbijartinan de sozên rengareng û çewt li ser avedankirina wan taxan didin.

Taxên wekî Elwac, Kuştargah, Gire Cihû, Îslam Abad, Husên Abad û Elî Abad û çendîn taxên din li bajarê Urmiyê ji piraniya xizmetkariyan bêpar in û berpirsên rejîmê piştî çendîn dehikan hêj ti karek bo xelkê wan taxan nekirine.