
Kurdistanmedia: Bi sebeba zêdebûna enfilasiyonê, sebeda kalayê ya ku rejîmê bo alîkariya welatiyan destnîşankiriye têra kirîna hewcehiyên welatiyan nake.
Li gorî berhevdanên Şêvra Bilind ya Kar, zêdebûna enfilasiyonê bûye sedem ku her malbatek her mehê aliyên kêm pêwîstî bi 6 milyon tûmenî (nêzîkî 400 dolar) hebe, lê, di rewşeke wiha de heqdestê her kedkarî dibe aliyê kêm, 2 milyon û 700 hezar Tûmenî bê zêde kirin, da ku, şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe hebe.
Li gorî xala 41 ya Yasaya Kar ya Îranê, heqdestê kedkaran aliyê kêm dibe bi berçavgiritina enfilasiysona ku ji aliyê banka Navendî tê îlankirin dibe li gorî şiyana dabînkirina asta herî kêm ya dahata jiyana her malbatekê bê hesabkirin û birêvebirin.
Berpirsên rejîmê bo alîkariya welatiyan sebeda kalayê diyarî kiribûn ku li gorî vê welatiyan hewcehiyên jiyanê heya asta sebeda kalaya hatî diyarîkirin, bi nirxên erzan bikirîn, lê, niha rewşa aboriya Îranê bi awayekiye ku, bi sebeba zêdebûna enfilasiyonê, sebeba kala têra çi nake û welatî bo kirîna hewcehiyên jiyana xwe rastî aciziyan dibin û şiyana kirîna tu tiştî nînin.
Berpirsên rejîmê bi awayên berdewam bas ji çavdêrîkirina nirxan û bazaran dikin, lê, ev tenê axavtine, bi kiryar tu tişt li gorê nine, û zêdebûna enfilasiyonê, hemû soz û qewl û axavtinên rejîmê yên bê bingeh dide eşkerekirin û bi zelalî xûyaye ku berpirsên rejîmê tu hewlekê bo derbaziya welatiyan nadin.