Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bijartina dersa kurdî dê rêya mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî jî, xweştir bike

18:03 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Mustafa Özçelîk

Di dibistanên li Tirkiyayê û li Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8`an de, mafê malbatan heye ku, wek dersa bijartî, ji bo zarokên xwe dersa kurdî( Kurmancî,  Kirmanckî/Zazakî) bibijêrin.

Heta roja 21`ê Çileya Paşîn(21.01.2022) zarok dikarin, dersa bijartî ya kurdî bibijêrin.

Wezareta Perwerdehiyê ya dewleta Tirkiyayê di Îlona 2012`an de, biryarek girt  û di sîstema perwerdehiyê de hinek guhertin çêkir, da ku kesên bixwazin bikaribin wek dersa bijartî, zimanê kurdî bibijêrin.

Helbete ku bes wek dersa bijartî qebûl kirina zimanê  kurdî di eslê xwe de, neheqiyeke mezin e ku, li 25 milyon  Kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyayê de dijîn tê kirin. Dewleta Tirkiye di destpêka damezrandina xwe heta îro, diviyabû bi kêmanî perwerdehiya bi zimanê kurdî  qebûl kiribûya.

Gava  em dibînin ku Dewleta Tirkiye ligel  biryara dersa bijartî, hîna jî, di qanûna bingehîn û hemû qanûnên xwe de kurdî qebûl nekiriye, û ligel hemû kêmasiyên bicih anîna dersa bijartî jî,  ji bo rê li qebûl kirina  zimanê kurdî vebe, û ji bo bi îmkanên dewletê zarok bikaribin kurdî fêr bibin, biryara dersa bijartî biryareke baş e.

Ji ber kiryarên nijadperestan û yên dewleta Tirkiyayê, malbat ditirsin ku dersa kurdî bibijêrin

Her çiqas wek mafekî, dersa bijartî ya kurdî  ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve hatibe qebûlkirin jî, lê em dibînin ku gelek malbatên kurdan, ji ber sebebên cuda cuda  ditirsin an teredut dikin  ku zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin.

Piştî ku di Temûza 2015`an de careke din şer destpêkir, di nav bajaran şerê xendek û barîkatan rûda. Paşê, hewla kodetayê(derbeya leskerî) şikest xwar, rewşa awarte hat îlankirin. Sîstema serokatiyê di referandomê de hat qebûlkirin, rewşa awarte êdî bû rewşeke daîmî. Bi hezaran kes ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber fikir û çalakiyên xwe hatin hepskirin, rû bi rûyî lêpirsînên yasayî bûn, ji kar hatin avêtin, bi hezaran kes mecbûr man dikanên xwe bigirin, ji cih û warên xwe koçber bûn. Dewleta Tirkiyayê bi awayekî hişktir û vekirîtir, hemû siyaset û gotarên xwe li ser dijayetiya kurdan  meşand.

Vê rewşa nû  tirs û bêhêvîtiyeke mezin di piraniya civatê de çêkir.Di lê xwedîderketina zimanê kurdî û nasnameya kurdî de, di beşdariya girseyan a di çalakiyên siyasî û sivîl de, sistayî û şikesteke berbiçav rûda, girse ji piraniya çalakiyan dûr ket.

Herweha eşkereye ku, gelek kes ji ber kurdbûna xwe, ji ber lêxwedîderketina nasnameya kurdî û zimanê kurdî, ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve rû bi rûyî gelek êrîş, neheqî, ceza û ji kar dûrxistinan  dibin. Vê yekê jî di gelek kes û malbatan de tirsek peyda kiriye ku, gava li zimanê xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin dê bibin hedefa êrîşên dewletê, dê dayik û bav ji kar bêne avêtin, dê zarok rû bi rûyî êrîşên nîjadperestan û êrîşên hêzên ewlekariyê yên dewletê bibin.

Di gelek malbatan de qenaeteke weha heye ku, gava zarokên wan li kurdî û li nasnameya kurdî xwedî derkevin dê navê wan di lîsteya reş a dewletê de, bên qeyd kirin û dê ji aliyê dewletê ve ji gelek mafên xwe bêpar bên hiştin.

Ev hemû qenaet û tirs û teredutên malbatan  jî sebebên xwe yên maqûl hene.

Dewleta Tirkyayê bi şêweyên cuda cuda, van hemû êrîş, neheqî , dorpêç, tirs û xofan li ser malbatan çê dike.

Ligel van êrîş û tirsên ku, ji dewletê peyda dibin, gelek malbat di wê fikrê de ne ku, dibêjin qey gava  zarokên wan bi kurdî bixwînin, dê di dersên xwe yên bi tirkî de  ne serkeftî bin, dê li dûv hevalên xwe bimînin,  dê nikaribin uniwersîrteyeke baş kar bikin.

Di demeke ku mirov ji ber kurdbûna xwe têne kuştin,  rû bi rûyî êrîşên dewletê û êrîşên nîjadperestan dibin, ji  karê xwe têne avêtin, heqaretên nemirovane jê tên kirin de ; Helbet  divê ku, em ji aliyê însanî, ji aliyê pisîkolojîk, ji aliyê aborî û ji aliyê civakî ve van tirs û teredutên malbatên kurdan fêhm bikin, divê em bi empatî û aqilekî sakîn li meseleyê binêrin.

Helbet  gava ku, em ji bo dersa bijartîiya kurdî bangî malbatan dikin , divê em van hemû rastiyan jî, bidin ber çavan û herweha em bang li dewleta Tirkiyayê bikin ku, sebeb û bingehên hemû van tirsên malbatan jî ji holê rakin. Divê di vê derbarê de jî hevgirtineke  me ya xurt hebe.

Ligel hewla şikandina van tirs û teredutên peyda bûyî, divê em bikaribin bi malbatên Kurdan re baş bidin fêhm kirin ku dersa bijartî mafeke ku ji aliyê dewletê ve hatîye qebûlkirin û bijartina dersa kurdî tu pirsgirêkeke yasayî ji wan re dernaxe.

Herweha divê em bikaribin bi malbatên Kurdan baş bidin fêhm kirin ku, zarokek dikare 3,4 zimanan bi hevre fêr bibe û fêrbûna zimanê kurdî ji xwendin û pêşketina zarokan re, ji bidest xistina beşeke unîwersîtayê re bi tu awayî ne asteng e. Di eslê xwe de, ji aliyê zanistî ve hatiye îspat kirin ku,  zarokek ku zimanê xwe yê dayîkê bizanibe û perwerdehiyê bibîne hîna serkeftîtir e.

Ji ber vê rastiyê jî, bi taybetî li bajarên Kurdistanê hêjmara malbatên ku dersa kurdî  bibijêrin, çiqasî  zêde bin, dê ev  tirs û teredut  jî zêdetir bên şikanidin, dê bijartina dersa kurdî girseyî û normalîzetir be, dê bi çend kesan sînordarkirî nemîne, dê dewleta Tirkiyayê jî zêdetir mecbûr bimîne ku pêwîstiyên dersa bijartî bicih bîne û astengî, êrîş û zextên xwe kêmtir bike.

Dewleta Tirkîyayê pêwîstiyên mafê bijartina dersa kurdî  bicih nayîne

Ligel biryara mafê dersa bijartî jî, dewleta Tirkyayê ji aliyekî ve bi kiryarên xwe yên aşkere û yên veşartî tirsekê li ser malbatan çêdike lê, ji aliyekî din ve jî,  ji Îlona 2012`an  heta îro pêwîstiyên mamoste û bingehên teknîkî û bingehên yasayî, weşanî, civakî û psîkolojîk yên dersa bijartî bicih neaniye. Malbatên ku dixwazin zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin, rû bi rûyî van astengiyan dibin: 

1-Li gelek dibistanan formên dersa bijartî tunîn in.

2- Li gelek dibistanan, di formên dersa bijartî de zimanê kurdî(kurmancî, kirmanckî/zazakî) tuneye.

3-Li gelek dibistanan de, jiber ku  heta 10 xwendevan dersa kurdî nebijêrin mamosteyê kurdî nayê tayîn kirin, li gelek dibistanan 9 kes jî daxwaz bikin,  pola dersa kurdî nayê vekirin.

4-Li gelek dibistanan de, gava 10 zarok kurdî wek dersa bijartî dibijêrin jî, rêvebiriyên dibistanan dibêjin ‘’mamosteyê me tune ye’’.

Gelek astengiyên bi vî rengî jî, rê li ber bijartina dersa kurdî digirin.

Kurd jî di bijartina dersa kurdî de sist in

Weke ku li  jorê jî me behs kir, ligel astengiyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyayê ve peyda dibin, di bijartina dersa kurdî de, ji ber sebebên cuda cuda sistî û qelsiyeke mezin di aliyên kurdan de jî heye.

Tirs, teredut, qelsî û sistiyên malbatan ji aliyekî, mixabin helwestên siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaren kurdan jî aliyekî din, bûye sebeba esasî ku, hejmareke kêm dersa kurdî bibijêrin.

Heta îro partiyên kurdan û partiyên ku ji kurdan dengan distînin û dezgehên sivîl û dezgehên meslekî û rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar, hunermend, alimên olî yên kurdan girîngiya pêwîst ya ku diviyabû bidana dersa bijartî ya kurdî , mixabin nedanê.

HDP,  îro piştgiriyê dide dersa bijartî ya kurdî, ev jî helwesteke erênî û baş e. Lê cîhê balê ye ku HDP ya ku dengê bi milyonan kurdan digire jî , hinek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurdan jî, di destpêka vê biryarê de, ji sala 2012`an heta çend salên vê dawiyê,  li himberî dersa bijartî helwest girtin;  gotin ‘’Ev gaveke paşdemayî ye, tenê hesibandina mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ye’’, gotin ‘’Ev meşrû kirina sîstema asîmîlasyonê ye’’. Û bi van nêrînên xwe,  li himberî dersa bijartî ya kurdî helwest girtin, nehiştin malbat dersa kurdî bibijêrin.Vê helwesta xelet jî, tesîreke neyînî li girseyê kir û bi milyonan kurd di bijartina dersa kurdî de sist man.

Bi taybetî di heyamên salên 2013`an-2015`an de, di dema ku şer rawestiya bû, atmosfereke nerm, hêsan û ji tirsê dûr hebû. Ev helwesta astengkar, êrîşker û li dijî kurd  ya ku Dewleta Tirkiyayê îro dimeşîne, di wê demê de ne di asta ya îro de bû. Heger di wê demê de çi partiyên Tirkiyayê, çi yên îslamî û çi jî yên Kurd û kurdistanî wek ku pêwîste piştgiriya dersa bijartî ya kurdî kiribûna, dê îro rewş gelekî baştir bûya,  malbatan hîna bi hêsanîtir dê dersa kurdî bibijartana, dê bi dehhezaran zarok  kurdî fêr bibûna, dê nuha bi hezaran mamosteyên kurdî hebûna, dê bazereke mezin a pirtûkên kurdî çêbibûyan. Vê yekê dê tesîreke mezin ya baş û erênî  li beşên TV, radyo û ragihandina kurdî bikira, dê di beşên cuda cuda yên tîcaretê de, tesîreke mezin di bikaranîna kurdî jî bikira.

Dersa bijartî li ber  mafên meşrû yên miletê kurd ne asteng e, berevajî piştgirê hestên miletbûnê ye

Helbet ku di hebûna dewleta Kurdistanê de, di dema ku miletê kurd li ser axa welatê xwe bi statûyeke milî, siyasî, coxrafî xwe îdare bike, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdehiyê û wek zimanê jiyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Helbet ku mafê fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî mafekî herî esasî, meşrû, netewî, însanî yê miletê Kurd e.

 Daxwaza ku dibêje ‘’Bila dersa zimanê kurdî li cihên ku, kurd lê zêdetir in, bibe dersa mecbûrî, ne ya bijarte’’ jî daxwazeke meşrû ye.

Herwisa daxwaza ku dibêje ‘’Bila dersa bijarte ji beriya pola yekem, ji dibistana baxçeyên zarokan heta dawiya pola 12`an hebe’’ , daxwaz weke meşrû û rast e.

Helbet daxwaza ku, em ji dewleta Tirkiyayê re bêjin ‘’Hemû pêwîstiyên mamoste, pirtûk, dibistan, pol û hemû pêwîstiyên teknîkî, civakî, psîkolojîk yên dersa bijartî ya kurdî bicih bîne’’,  daxwazeke rast, meşrû û di cih de ye.

Helbet  daxwaza ku em ji dewleta Tirkiyayê re bêjin ‘’Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê, dewleta Tirkiyayê divê demldest gavên pêwîst bavêje, di qanûna bingehîn û di hemû qanûnên dewleta Tirkiyayê de, guhertinên pêwîst bicih bîne’’, daxwazeke rast, meşrû û di cih de ye.

Helbet ku divê em bi hemû îmkanên xwe ve van gavên li xwarê bicih bînin:

--Kurdên ku bi kurdî nizanin, divê hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku  fêrî Kurdî bibin.

--Hemû Kurdên ku bi kurdî dizanin,  li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan,  di karên xwe de, di jiyana rojane de, di tîcaretê de, divê zimanê kurdî bikin  zimanê xwe yê esasî yê jiyanê.

--Hemû  partiyên siyasî,  dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan;  hemû siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, divê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî, yê siyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakiyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

--Hemû  partiyên siyasî,  dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, hemû serok belediyeyên kurd, potansiyela diyasporayê ya kurdan, bi awayekî fi`îlî û li ser platformên dîgîtalê, ji bo kurd bikaribin fêrî kurdî bibin divê  hemû îmkanên xwe seferber bikin,  projeyan çêbikin, dibistanan,  korsan, dezgehan û amûran damezirînin, vekin.

Lê, ligel van hemû gav, rastî, daxwaz û tesbîtên meşrû, pêwîst û di cih de ne, bê şik,  divê em bi hemû îmkanên xwe ve, lêbixebitin ku malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijartî ya kurdî bibijêrin.

Divê tu sebeb nebe asteng ku, ev hewl û xebat û helwesta bijartina dersa kurdî qels bibe, biguman, divê em hewl bidin ku herî zêdetir  kes beşdarî  bijartina  dersa kurdî  bibin.

Bijartina dersa kurdî:

--Lê xwedîderketina zimanê kurdî ye,

--Xurt kirin û berfireh kirina fêrbûn û axaftina bi zimanê kurdî ye.

--Şikandin û lawaz kirina  tirs û ablûqe û êrîşên pir alî yên li ser zimanê kurdî ye.

--Rê lêxweşkirina mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ye.

--Geş kirin û pêşdebirina hest û bîr û hişmendiya neteweyî ye.

Îro, ji bo ku dersa bijartî ya kurdî , yekgirtineke xwezayî ya piraniya aliyên kurdan çêbûye

Di şerdên heyî de, li gel hemû astengî, rêlibergirtinên aşkere û veşartî jî, desthilatdariyê biryara xwe ya dersa bijartî ya kurdî ji holê ranekiriye û bi awayekî sist be jî, rayedarên hikûmetê piştgiriya xwe ji dersa bijartî nîşan didin.

Di astên cuda cuda de bin  û ne pir aktîf bin  jî, piraniya partiyên  dijber yên dewleta Tirkiyayê jî, piştgiriya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Hema hema hemû partiyên ku xwe wek partiyên Tirkiyayî û partiyên îslamî terîf dikin  û ji kurdan dengan digirin,  di astên cuda cuda de, piştigriya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Hema hema hemû  partî, rêxistin, hereket , dezgeh û aliyên kurd û Kurdistanî, bi awayekî germ piştgiriya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Ev jî bona bijartina dersa kurdî zemînê xweştir û asantir dike.

Di dîroka kurdan de, fikir, siyaset,  dîn, meseb û karê wî/wê çi dibe bila bibe, li ser mijarekê kêm caran hema hema hemû kurd bi vî rengî  bûne yek . Ev jî helwest û yekgirtineke dîrokî ya kurdînyyê ye. Hevgirtinek xwezayî ya miletbûnê ye.  

Heger bi awayekî zana, bi sebir , bi asoyeke dûrbînî , bi hişyarî û bi hişmendiyeke neteweyî û çêker em tevbigerin, ev yekgirtina dikare wek pêlekê hêdî hêdî bi xwe re yekgirtinên jê hîna mezintir jî bîne.

Ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya kurdî çêbûye, dikare rê ji yekgirtineke berfireh ya  li ser daxwazên acîl ên miletê kurd jî veke. Heger em wek aliyên neteweyî, nîştimanî  xebateke ku hûnandina hevkariya  piraniya kurdan ji xwe re bikin  armanc û li gorî wê tevbigerin, ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya kurdî  çêbûye,  ne dûre ku ji  bo daxwazên acîl ên miletê kurd jî, bê ava kirin.

Divê em bi hemû îmkanên xwe ve seferber bibin, da ku zarokên kurdan  dersa kurdî bibijêrin.

17.01.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine