Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bijen Zengene: “ Ti welateke bîhanî amade nîne ti girêbestek digel me girê bide

18:38 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2020

Wezîrê Neft yê rejîma Îranê gotiye ku “Ti welatekî cîhanê, ji ti aliyekî ve, naxwaze digel me girêbestê girê bide û girêbestên heyî jî naxwazin bidomînin.

Roja Duşemî, 20ê Tîrmehê, Wezîrê Neft yê rejîma Îranê, “Bîjen Namdar Zengene” di hevpeyvîneke xwe de digel ragihandineke rejîmê, daye zanîn ku, “ti welatekî cîhanê, ji ti aliyekî ve, naxwaze digel me girêbestê girê bide û girêbestên heyî jî naxwazin bidomînin”.

Hewisa navbirî derheq girêbesta devera gazî ya “Ferzad” digel “Hindistan”ê de got: “Girêbesta berfirehkirina devera gazî ya “Ferzad” digel “Hindistan”ê de nîne belkî, digel kompaniyên hundirî ye”.  

Herwisa “Bijen Zengene”, tevî baskirin ji şikayetkirina Îranê ji kompaniya “CNPC” ya nefta “Çîn”ê, da zanîn ku di gelemper de têkiliyên me digel “Çîn”ê baş û bê alozî ne.

Herwisa Wezîrê Nefta Îranê, derheq çalakiyên kompaniya nefta Rûsiyê ya bi navê  “Zarobêj Neft” di Îranê de got: “Ne em û ne ew, naxwazin ti gotinekê li ser wê mijarê bikin”.

Kompaniyên neftî yên biyanî bi ti awayekî amade nînin ku girêbestên xwe digel Îranê bidomînin û ti welateke cîhanê amade nine ti girêbestek digel rejîma Îranê girê bide.