
Di parêzgeha Kirmaşanê de, bikar anîna madên hişber di nawa jinan de zêde kiriye û madeyeke hişber bi navê “Gul” di asteke zêde de, ji aliyê jinan ve tê bikar anîn
Heyameke ku mada hişber a “Gul” cihê madên hişberê dinê di Îranê de girtiye û ew mada hişber, 7 beranberî mada “Şîşe” hêza hişberiyê heye û zirareke zaf bi leş û hundirê mirovan dide.
Agehdar nebûn ji zirarên wê mada hişber û bi hegra dengoyên bê binyat ku ew madeyeke sirûştiye û ti zirarek nîne, laşê mirovan laweaz dike û bo nerazanê başe, zaf kes xistine dafka wê mada hişber.
Herwisa jin ku hez ji lawaz kirina leşê xwe dikin, zêdetir dikevin dafka wan dengoyan û dibin qurbaniyê wê mada hişber û tevî ji dest dana tendurustiya xwe û xisara aborî, ti mifahek din jî wê mada hişber nabin û dibin qurbanî.
Rejîma Îranê ji firotina madên hişber li nawa qatên civakê, bi taybebet di dewerên Kurdistanî de, mezintirîn derb bi jiyana civakî-aborî û her wisa tendurustiya xelkên dide û ji wî karê xwe, behreyên siyasî û leşkerî werdigire.