Bikujê Emîr Husêynî, piştî çend rojan destbiserkirinê, bi hegera evê ku girêdayê rejîmê bû, hate serbet kirin.
Roja 11ê Kanûna pêşîn a 2021 an, Ciwanekî Kurd yê bi navê Emîr Husêynî Kurê Silhedîn xelkê gundê Belecûka girêdayî dewera Geliyê Kotol a serbi bajarê Xoyê, jialiyê kesekê bi navê Îbrahîm Yusifî kurê Mehmûd bi derba Kêrikan hate kuştin, Piştre hêzên rejîmê bikujê Emîr Husêynî binçav kirin.
Di demekê de ku malbata Emîr Husêynî mijûlî şikayetê bûn û dixwastin pêvajoya dosya kurê xwe ji rêka yasayî ve pişopînin, roja Çwarşemiya derbas bûyî Îbrahîm Yûsifî jialiyê hêzên rejîmê ve hate serbet kirin.
Malbata Emîr Husêynî ragihandine ku bikujê kurê wan kesekî girêdayî rejîmê ye, her lewmaye jî, ku piştî çend rojan hatiye berdanê.
Hewceye bêjin ku Emîr Husêynî Kurê Silhedîn, Nevyê Şehîd Mihemed Husêynî xelkê gundê Belecûkê bû, Mihemed Husêynî, ku pê navê Mihemedê PozBeran dihate naskirin, yêk ji fermandên herî qehreman û binavûdenge hêza Pêşmergên PDKÎ li Geliyê Kotolê bû ku dehan hemase li hember êrîş û hêzên rejîmê de afirandin, MihemedHusêynî anku Pozberan di sala 1359a rojî, bi pîlanekî îxanetkarane hate xapandin û girtin, piştî heyamekî kurt jialiyê celadên rejîmê ve hate êdam kirin .