Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikujê du şehîdên riya azadiya Kurdistanê gihîşte cezaya îxanetên xwe

11:03 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyekî rejîma Îranê ku du pêşmergeyên PDKÎ şehîd kiribûn, ji aliyê “Bazên Zagrosê”ve gihîşte cezaya kiryarên xwe.

Wêblaga “Bazên Zagrosê” di raporekê de belav kiriye ku, êvariya roja Çarşemî 20`ê Pûşpera 1397`an, wan caş û xwefiroşekî girêdayî rejîma Îranê yê bi navê, “Husên Şivankare” ku du pêşmergeyên PDKÎ yên bi navên şehîd “Ebdullah Teberze”, û “Murad Rehîmzade” şehîd kiribûn, gihîştandine cezaya îxanetên xwe.

 “Bazên Zagrosê” belav kirine ku, “Husên Şivankare” piştî heyameke dûr û dirêj ku xwe di kolanên dijmin de veşartibû, êvriya roj Çarşemiyê ji aliyê desteya Qendîlê ya “Bazên Zagrosê” ve di bajarê Pîranşarê de hate kuştin.

Hevdem “Bazên Zagrosê” pêdagirî jî kirine ku, ewê cezaya wan kirêgirtiyan bidin wan, yên ku destên wan bi xwîna xebatkarên gelê me sor bibe.