Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikujê rêberê Kurd daxwaza terora “Donald Trump” dike

18:55 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bikujê “Mykonos”ê “Kazim Darabî” daxwaza terora “Donald Trump” dike u dibêje ku ez kuştina “Trump” wekî erkek olî û şer`î dizanim.

karbidestê berê yê Îtilata rejîma Îranê“Kazim Darabî” ku dest gemarê wî di terorkirina Sekreterê berê yê PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkendî” û 3 hevalên wî di resturana “Mykonos”ê li bajarê “Berlîn”ê paytexta “Almaniya”yê de hebû, daxwaza teror kirina “Donald Trump” Serokomarê berê yê Amerîkayê kiriye cimkî wî fermana kuştina “Qasim Silêmanî”ê Fermandeyê berê yê Spaha Quds dabû.

Pêka rapora malpera “Enistîtuya Lêkolînên Mîdiyayî li Rojhelata Navîn de”,belav kiriye ku “Darabî” di hevpeyvînek de digel televizyona “5” a deng û rengê Rejîma Îranê gotiye: “Qasim Silêmanî hate teror kirin û Serokomarê Amerîkayê li beranber hemû ragihandinên cîhanê de gotiye ku min fermana wî karî da, lewma niha “Mêhwera Miqawimetê” dibe “Trump” teror bike û ez kuştina wî bi erkek olî û şer`î dizanim.

Di berdewamiyê de pêşkeşkarê Deng û Rengê rejîmê ji navbirî  piris dike ku: “Bi dîtingeha  we çima dibe “Trump” bê teror kirin? di dersivê de got: “Heta di Amerîka û Ewropayê de jî hekî kesek bê û karê terorîstî encam bide, cezaya wî Îdamkirin e û cezaya “Trump” îdam kirine û hêvîdarim ku di demeke nêz de bê terorkirin”.

“Darabî” piştê terora rêberê Kurd di “Mykonos” de di sala 1992an ji aliyê dezgeha dad a welatê Almaniyayê ve bi tawana terorkirinê bi girtîgeha heta hetayî hatibû cezadan lê piştî 15 salan di sala 1386an de hate azadkirin û bo Îranê hate zivirandin ku ew biryara dadgeha Almaniyayê nerizayetiya piraniya dijberên rejîma Îslamiya Îranê û navendên navnetewî yên parastina mafê mirov li pey xwe anîbû.