Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikujekî kuştara bi kome sala 67ê li derweyî welat hate destbiserkirin

11:47 - 14 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Hemîd Nûrî yêk ji bikujên kuştina bi kome hefsiyên siyasî di sala 1367ê de, li welatê Suêydê hate destbiser kirin.

Hemîd Nûrî ku sebebkar û biryarderên kuştina hefsiyên siyasî ên Îranê di Sala 1367ê de bûye, li Welatê Suêydê de hatiye girtin û tête mehkeme kirin.

Ew bi sûçê cinayet li derheq mirovayetiyê tête mehkeme kirin.

Roja derbasbûyî ew li dadigehê de amade bû û sûçdariya wî pê hate ragihandin.

Mafnasek bi nawê Kawe Musewî li vê derheqê de got: Hemîd Nûrî weke sûçdarê cinayetkarê şer, cinayet bi dijî mirovayetiyê, îşkence, sêdare dana hevsiya û nedana cinazên kuştiyan bi malbatê wan qurbaniyan, tête mehkeme kirin.

Di Hawîna Sala 1367ê, bi biryara Xumeynî, li heyamekî kurt de pitir ji 6 hezar hevsiyê siyasî li Îranê de hatnê edam kirin û cinazê wan jî nedane malbatê wan.