Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîl Hagêrtî: Girtiyên di Îranê de dibe bi zûtirîn dem bêne zadadkirin

13:27 - 10 Gulan 2021

Senatorê Komarîxwaz û Balyozê berê yê Amerîkayê li Japonê, Bîl Hagêrtî, di tiwîtekê de nivîsiye ku girtiyên Amerîkayî yên di girtîgehên Îranê de ne divê bi zûtirîn dem bêne berdan.

Navbirî li ser rûpela xwe ya Tiwîtirê nivîsiye, “Hekî Baydin bacê bide rejîma Îranê, nîşan dide ku divê pareyê bi dîlgiran bide û ew alxahînê dide ku xelkên Amerîkayê zêdetir di bin gefa revînînê de ne.”

Berê jî “Nêd Pirays” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû, ku di civîna Vîyenê de ti rêkkevtinek li ser guherîna girtiyan nehatiye kirin.

Rejîma Îran dixwaze ji rêya bidîlgirtina hevwelatiyên Amerîkayê ve bazirganiyê bike û nirxê li ser jiyana wan dadinê.