Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilavkirina parazîtê bo ser mahwareyan û bandorên wê

13:11 - 11 Tebax 2014

Îdrîs Stwet

Di Îranê de, her ji destpêka hatne serkar a rejîma Komara Îslamî ya Îranê, vê rejîmê bo bêdengkirina dijberên xwe û sepandina hizra wîlayeta feqîh di Îranê de, li jêr navê berberekanê tevî fesada exlaxî, li seranserê Îranê dest bi bilavkirina parazîtê bo ser televîzyon û radyoyan kirin, û her tim hewla fîltêrkirina Întêrnêtê dane ku zaftirîn parazît li ser kanalên televîzyonên siyasî ne. Hevdem tevî pêşveçûna têknolojiyê jî, car tevî carê jî rejîma Îranê parazîtên bihêz bilav dike.

Yasaya qedexekirina mahwareyan di Îranê de, li sala 1373 (1994) bi awayekî fermî ji aliyê meclisa Îslamî ya wî welatî ve hate pesendkirin, û di Îranê de pêka yasayê, bikaranîna mahwarê qedexe ye.

Eva di demekê de ye ku niha mahware di welatên cîhanê de wek beşek sereke ji pêdviyên mirovan tê hesibandin, û yek ji amrazên giring bo wergirtina nûçe û zanyariyên dirust tê hesibandin.

Lê heya niha diyar nine ku kîjan nawendên hikûmetî weke Deng û Reng, Spaha Pasdaran,Wezateta Îtilaat, Moxabirat, her hemû berpirsê bilavkirina parazîtê ne.

Her çend ku hin kes li ser vê baweriyê ne ku Sipaha Pasdaran û Stada Fermana Îmam, berpirsê bilavkirina parazîtê ne,lê heya niha tu nawendeke hikûmetî bi awayekî fermî berpirsayetiya vê kiryarê negirtiye stûyê xwe, û heya meclisa Îslamî ya Îranê jî xwe li hember vê parazîtê bi berpirsiyar nizanin.

Heya niha çend car berpirsa siyaseta derve ya YE’ê daxwaz ji Îranê kiriye ku xwe ji bilavkirina parazîtê biparêzin ku ev kiryara tevî yasayên navneteweyî hevdu nagire.

Bilavkirina parazîtê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve ku bi bê hûrbîniya derheq bandorên nerênîên parazîtê bilav dibe, tenê parazîtê naxe ser ragehandinan, û pêka lêkolîneran tirs bo ser liberçûna zarokan di zikê dayîka wan, û arîşe bo hêlên Telefonan, û sîstema bankî jî heye, û ji aliyekî din ve midehek beriya niha rêkxirawa keş û hewaya Îranê di raportekê de, meclisa Îranê haydar kir ku bi sedema hebûna parazîtê nekarîne pêşbîniya bahoza Tehranê bikin ku di meha Hezîranê de bajarê Tehranê hejand.

Sarbarê bilavkirina parazîta bihêz ku bi taybetî li bajarên kurdistanê bi awayekî berfirehtir tê bilavkirin , wisa xûya ye ku bandorek li ser gelê Kurd û Kurdistanê nebûye, jiber ku di kurdistanê de, ji bo pêşgirtin ji bilavkirina bernameyên Televîzyonên kurdî, car na car bi awayekî berfireh li deverên kurdakincî helmeta komkirina Mahwaran dest pê dikin, û di kurdistanê de, bi erkê ser milê xwe dizanin ku bi bê îzin, û bi zorî xwe bavêjin ser malên kurdan, û mahware û sêlên mahwarêyên wan kom dikin.

Heya ku pêşiya gehandina zanyariyên rast û dirust bo xelkê bigirin.

Komkirina sêlên mahwarê bi taybetî di kurdistanê de bi awayekî berfireh heye niha di tazetirîn hewla komkirina mahwareyan li bajarên kurdistanê de, dest pê kiriye, her çend ku her di destpêkê de Rûhanî got ku komkirina mahwareyan tu encamek nebûye.

Lê piştî komkirina mahwareyan gelê Kurd dest bi kirîna dezgehên nû dikin da ku ji wergirtina zanyariyan paş nemînin û bi vî awayî pîlanên rejîmê pûç dikin.