Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîlbordên qurbaniyên balafira Ukraynê li bajarê Toronto li Kanadayê de hatine danîn

12:38 - 6 Hezîran 2021

Navenda Mafê Mirov a “Mêhr” bi danîna wêneyên qurbaniyên balafira Ukraynê ku bibû armanca mûşekên Spaha Pasdaran û herwisa qurbaniyên nerizayetiyên li sala a398an, dest bi karê xwe bona bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Kanadayê ve kiriye.

Navenda Mafê Mirov a “Mêhr” bi danîna wêneya Qurbaniyê serkuta xwenîşandanên nerizayetî yên li sala 1398an, “Pûya Bextiyarî û 2 qurbaniyên balafira Ukraynê ku li esmanê Tehranê de bibû armanca 2 mûşekên Spaha Pasdaran ên bi navên “Şekîba Feqahetî û Rastîn Moqeddem” li şeqama “Young” a Bajarê “Toronto” li welatê Kanadayê, dest bi hewla bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ji aliyê dewleta Kanadayê ve kiriye.

Navenda Mafê Mirov a “Mêhr” bi rêya “Twitt”ekê digel çend vîdiyoyên wan bîlbordan nivîsandiye: “Navenda Mafê Mirov a Mêhr bi alîkariya we kariye 2 bîlbordan yek bona vebîranîna yek ji şehîdên meha Xezelwerê û ya din bona vebîraniya cinayeta Spahê li êrîşa bizanebûn a mûşekî li ser balafira Ukraynê ya “PS 752”, li taxa pirhatinûçûn a bajarê Torontoyê de danên”.

Herwîsa wê Navenda mafê mirovî tevî danîna wan bîlbordan, dest bi rêkxistina bernameyekê kirine ku Spaha Pasdaran a terorîs ji aliyê dewlata Kanadayê ve wekî terorîst bidin nasandin.

Herwisa “Navenda Mafê Mirov a Mêhr” daxwaz ji xelkê Kanadayê kiriye ku bi şandina name bo nûnerên Parlemana Kanadayê daxwazê ji wan bikin ku Spaha Pasdaran bêxe nav lîstê reş ên girûpên terorîstî.

Herwisa wê navendê daxwaz tehrîmkirin û rakêşandina binpêkerên mafê mirov li Îranê bo dadgehên Kanadayê kirine.