
Kurdistanmedia: Nêzî sê heftiye ji bilindbûna nirxa benzînê derbas dibe, û bilindbûna nirxa benzînê sonamiya giraniyê li pey xwe anî.
Nêzî sê heftî beriya niha rejîmê nirxa benzînê %300 bilid kir, lê eve dawiya bilindbûna nirxa hewcehî û şewatê nebû.
Piştî bilindbûna nirxa benzînê, tiştên hewcehiyê jî wekî pela avê zû bilind bûn û eve jî kulek din bû li kul û derdên xelkê zêde bû.
Pêka amarên ku rojnameyên girêdayî rejîmê li derheq bilindbûna alav û tiştên hewcehiyê belavkirine, wiha ne:
Nirxa alavên polayî heya %15 bilin bûne.
Kiriya Wanêtên Barî %100 î
Kiriya Takisî hûndirî û derveyê bajar, %30 î.
Kodê kîmyayî, %25 î.
Badincan, %700 î.
Nirxa her torbeyekî ardê, 1300 tumen bilind bûye
Gaza LPG, %40 î.
Masî, %25 î
Birincê havirdekirî, %25 î
Hêk %6 î
Nirxa êmîş jî %20 hey %50 î bilind bûye.
Herwisa nirxa maşînên ku hem benzînê bi kar tînê û hem jî gazê 10 milyon tumen bilind bûne.
Bi wî awayî 3 hember bilindbûna nirxa benzînê bandor danî li ser çend hember bilindbûna nirxên hewcehiyan jî, ev mijara bilindbûna tiştên hewcehiyê û gelek tiştên din li gelek bilindbûna nirxa benzînê girîngtir e.
Bilindbûna nirxa tiştên hewcehiyê pişta xelkê hejar şikandiye û nêzî 2/3 xelk li jêr hêla hejarî de dijîn, û nebûna kar û daxistina kopaniyan û betaliya kedkaran, êdî xelkê hejar şiyana kirîna ti tiştekî nînin.
ji aliyek din ve jî, Pêka danpêdana mediya û sazî û berpirsên rejîmê, salane nêzî 900 milyard dolar revîn ji bacê hene.
Her pêka gotina wan berpirsên rejîmê, 300 hezar kes ku dahata wan serveyê yek milyardê ne, û niviya wan kesan bac nedane û niviya din jî ku bac dane baceke wisa nedan.
Anku barê giran ê wê bacê dikeve ser milê, karmend, kedkar û xelkê hejar.
Pêka gotineke dîrokî a Kurdî, Xelkê Îranê di navbera nal û bizmaran de mane, û nizanin nal hilbijêrin yan jî bizmar.