
Parek ji werzêran ku giyayê ûnceyê li bajarê “Dereşarê” yê ser bi parêzgeha “Îlam”ê çandibûn, bi sedema bilindbûna nirxa zêde ya dirûna berhema çandiniya xwe, nerzayetiya xwe nîşan dan.
Pêka gotinên werzêran, nirxa ûnceya ku hatiye dirûn, di her hiktarekê de berê 250 hezar Tumen bûye, lê niha gihiştiye 600 hezar Tumen û nirxa firotina her taxeyekê bi xelkê ji 3 hezar Tumenî gihiştiye bi 8 hezar Tumenan.
Eva di halekê de ye ku nirxa kirîna ûnceyê ji werzêran wekî sala derbasbûyî bilind nebûye.
Ew pirisgirêke bûye sedema nerizayetiya parek ji werzêran û daxwaz li “Cehada Kişawerzî” kirine ku li derheq bilindbûna nirxan û nebûna ti çavedêriyekê, rohnkirinê bide.