
Nirxa Dolarê Amerîka di Îranê de gihîşte 25 hezar û 920 tumenan.
Roja Yekşemî, 19ê Tîrmehê, nirxa Dolarê Amerîka di hember Tumenê Îranê de dem bi dem zêde dibe û pêka nirxa dawî, Dolar 25 hezar û 920 Tumen bûye û heya belavbûna wê nûçe renge ji wî qasî jî zêdetir bibe.
Nirxa perê Îranê di bazaran de bi awayekî hertimî dadikeve, îflasa aborî, gendelî û tinebûna sîstemekî zanistî, bona çareserkirina wan pirsgirêkan û rewşa siyasî ya rejîma Îran, di cîhanê de, bûye sedem ku nirxa perê îranê dem bi dem dakeve û tevî wê pirsgirêkê, tinebûn û bilindbûna nirxa hewcehiyên xelkê Îranê gefeke li ser jiyana xelkê Îranê.
Rejîma Îranê ti cehdek bona çareserkirina daketina nirxa Tumen di hember pereyên biyanî de tinîne û herwisa wê rejîmê hemû cehdên xwe bona hinardekirina şoreşa Îslamî bikar tîne û jiyana xelkê û hewcehiyên wî xelkê bo rejîma Îranê ti girîngiyek nîne û bi ew bûdceya ku bona programa mûşekên balistîk terxan kiriye, dikare pareke zaf ji hewcehiyên jiyana xelkê dabîn bike.