Bilindbûna nirxa hewcehiyan bi taybet goştê sor û goştê mirîşkan, bûye pirsgirêke micid ya xelkê Îranê û Serkomarê Îranê bi cihê danîna rêçareyekê, gotioye ku bi cihê goştê sor û goştê mirîşkan, goştê masiyan bixwin.
Bilindbûna nirxan ji aliyek û çend nirxîbûna hewcehiyên xelkê ji aliyeke din ve bûye sedem ku xelk nekare wan bikire, rejîma Îranê ti rêçareyek bona çareserkirina wê pirsgirêkê tinîne û ti pêngavek hilnegirtiye û heta nirxa goştê masiyan ku Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” wekî henekkirin bi xelkê Îranê pêşniyar dike, bi çend beranber zêdetir ji nirxa goştê sor û goştê mirîşkan e.
Li parêzgeha Sinê, çendnirxîbûna hewcehiyan bûye sedema pirsgirêkên micid û parêzgeha Îlamê jî rastî pirsgirêka bilindbûna nirxên goştê sor, îmîş, goştê mirîşkan, hêk, birinc, rûn û berhemên şîr hatiye û hemû sozên rejîmê li ser kêmkirina nirxa hewcehiyan bi çewtekarî derketine.
Rejîma Îranê ti kontrolek li ser nirxa perê biyanî û li ser danîna nirxan li bazaran de tinîne û ew nirx ji aliyê taciran ve têne danîn ku bi tenê bona berjewendiyên xwe nirxan bilind dikin û rejîm jî ti rêgiriyek li wan taciran nake ku girêdayê rejîmê ne.