Nirxa înternetê di Îranê de bi awayekî berçav bilind bûye û eva jî bûye pirsgirêkek micid bo dersxwan û xwendekaran.
Di çend mehên derbasbûyî de lezgîniya hêla înternetê di Îranê de bi awayekî berçav daketiye û di vê derheqê de alî û navendên pêwendîdar li cihê başkirin û zêdekirina lezgîniya înternetê, nirxa wê zêde kirine.
Bilinabûna nirxa înternetê bûye pirsgirêkek micid bo ser jiyana xelkê Îranê, bi taybet bandorek nerênî li ser jiyana dersxwan û xwendekran danaye; di vê derheqê de Endamê Komîsyona Pîşe û Kanzayan “Mûsa Melkan”, gotiye: “Nirxa înternet digel miaşê Wezîrê Pêwendî yê Rejîma Îranê yek digire, lê digel miaşê malbatên dersxwan û xwendekaran yek nagire”; herwisa rû li Wezîrê Pêwendî yê rejîma Îranê gotiye, “ger te şiyana çareserkirina pirsgirêkan nîne, dikarî dest ji kar berdî.”
Eva di halekê de ye ku înterneta Îranê di cîhanê de yek ji lawaztirîn û girantirîn înternet e û di warê lezgîniyê de, li nav 138 welatan, Îran pileya 79 heye. Lezgîniya înterneta welatên cîranên Îranê yên wekî Kuweyt, Qeter, Oman, Erebistan, Îraq û Tirkiye ji Îranê zêdetir e û tenê înterneta sê welatên wekî Efxanistan, Pakistan û Tirkemenistanê ji Îranê lawaztir e.
Di wê serdemê de ku piraniya kar û barên xelkê bi rêya înternerê ve tê encamdanê û ji karên kirîn û firotinan ve bigire heta xwendinê, û nebûna înternetek bihêz bi nirxek guncaw pirsgirêkek micid e .