Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa kelûpel li Îranê/ Nirxa mirîşkê %53 bilind bûye

10:42 - 30 Îlon 2021

Nirxa tiştên xwarinê roj bi rojê di Îranê de bilind dibe û pêka berhevdana amara meha Rezbera sala par digel a îsal, hin ji wan kelûpelan %60 bilind bûne.

Nirxa her şaneyeke hêk di hûrdefiroşiyên Tehranê de zêdetir ji 60 hezar Tumenî bilind bûye.

Pêka amara berhevkirî a meha Rezbera par digel ya îsal, nirxa beşek ji tiştên xwarinê wiha çend hember bilind bûne:

Nirxa şekerê spî: %63.4 bilind bûye

Goştê golk: %52.4

Goştê pez yê têkelav: %32.6

Goştê mirîşkê: %53.1

Birêncî navxweyî: %43

Bilindbûna nirxa tiştên xwarinê di halekê de ye ku tenê derbe ji kêmdahatan dikeve û pêka amara enfilasyona îsal, nirxa enfilasyona malbatên kêmdahat di Xermanana îsal de zêdetir ji %60 bilin bûye.

Sala par enfilasyona malbatên kêmdahat di Îranê de %21 bû, lê îsal zêdetir ji %60 bilind bûye.

Çend roj berî niha Berpirsê Yekîtiya Firotingeh û Tiştên Pirotoînî yê Tehranê, “Seîd Direxşanî” gotibû: “Rewşa xirab a aboriya Îranê bûye sedemê vê ku di navbera 15 heta %20 firotingehên Tehranê bêne dayxistin an jî kêm kar bikin”.