
Kurdistanmedia: Bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên dersxwendinê, egera dev ji dersxwadinê berdana, gellek ji dersxwenên malbatên kêmdahat heye.
Li gorî texmînên ku derheq nirxa hewcehiyên dersxwendinê yên li bazarê Tehranê de hatine lêdan, nirxa hewcehiyên dersxwendinê bi qasekî bilind bûne ku renge piraniya malbatan şiyana kirîn û dabînkirina wan hewcehiyan tunebin.
Li gorî texmînan xercê dabînkirina hewcehiyan bo her dersxwanekî/ê ji bo şandina bo xwendingehê xwe li 356 hezar Tûmenî dide, ku digel rewşa niha ya aborî ku bazarên Îranê rastî wê hatine, û herwisa ev kirîza betaliyê ku di vî welatî de çêbûye, texmîn lê didin, ku her kesek şiyana dabînkirina hewcehiyên dersxwendinê tunebe.
Herçend ku li gorî yasya bingehîn ya rejîmê bi xwe, dibe dewlet hemû hêsankariyekê bike ji bo vê ku dersxwendin di vî welatî de heya qonaxa paşnavendî bi bê beramber û hikûmî be, lê rejîma Îranê gellek caran pere û xercê xwendingehan û heta heqdestê mamostayan jî, ji desrxwenan verdigire.
Di heyama çend rojan berî niha Mûsa Ferzaniyan, berpirsê sendîkaya pênûsê bas ji vê kiribû ku bi sedema buhabûn û kêmbûna madeyên serekî yên kargehên taybet bi berhemanînên pênûsê, egera vê yekê heye ku gellek ji wan kargehan bêne daxistin.