Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxan di Kurdistan û Îranê de berdewam e

17:30 - 25 Gulan 2021

Bilindbûna nirxan roj bi roj giraniya ser milê xelkê zêdetir dike û wisa lê hatiye ku xelk her rojê digel bilindbûna nirxa xwarinekê rû bi rû bibin.

Nirxa birinc jî wekî tiştên din ku yek ji xwarina hewce ya xelkê ye dûbare bilind bûye, nirxa kîloyek birincê Îranî di bazaran de heta 45 hezar Tumenî bilind bûye.

Eva di halekê de ye ku li sala 1399 a Rojî de, 31 hezar ton birinc li gumrikan de hatiye paşkevtkirin.

Pêka amara çavedêrî li ser nirxan, kîloyeke birincê Hindî bi 20 heta 30 hezar Tumenî tê firotin û birincê Îranî bi 26 hezar Tumen û birincê bêhndar bi 45 hezar Tumenî hatiye firotin.

Datayan dane zanîn ku li sala 1400 a Rojî de, bi berevird digel sala 1399an, nirxa birinc %100 bilind bûye.