
Gorî amara fermî ya Wezareta “Rê û Bajarçêkirinê”, û Banka Navendî ya Îranê, di çend salên serdemê Serkomariya Hesen Rûhanî de, nirxa avahiyan %533.54 zêde bûye.
Gorî wê amarê nirxa avahiyan pitir ji 5 beramberan zêde bûye.
Gorî wê amarê, di bajarê Tehranê de, mêtrek çar goşe ya avahiyan, 24 milyon û 290 hezar tumenî tête kirîn û firotin.
Her mêtrekî çargoşe ya avahiyan jî, nirxa wê gorî awayê çêkirin û kevin û nûbûna wê tête diyarîkirin ku kêmtirîn nirx ji 10 milyon û 500 hezar tumenî dest pêdike heya bilind dibe bo nirxa herî zêde ku 50 milyon û 800 hezar tumen e.
Ew amara nirxa avahiyan û akincîbûnê tenê amareke ku Wezareta Rê û Bajarsaziyê gorî berhevdana xwe li bajarê Tehranê amade kiriye.
Kontirol û ragirtina nirxan di her warekê de, wedigere bo ser neşiyanî û bê bernameyiya deshilata welat, ku rejîma niha ya Îranê ne tenê nirxa avahiyan, belkî welat bi serê xwe ve hêlaye û bûye sedemê bilindbûna nirxan di her warekê de, bi curekê ku êdî kesê di Îranê de ne tenê şiyana kirîna avahiya nîne, belkî şiyana peyda kirina nanê xwe yê rojane jî nîne.