Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindragirtina salroja 25`ê Gelawêjê di Yûnanê de bi rê ve çû

12:43 - 11 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Kurdên akincî yên li welatê Yûnanê, cejna salroja avakirina Partiya Demokrat lidar xistin, û ev salroja bilind nirxandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva derbazbûyî, 19`ê Gelawêja 1397`an, ji ber nêzîkbûna salroja 25`ê Gelawêjê, Kurdên akincî yên di welatê Yûnanê de, bi armanca bilindragirtina salroja avakirina PDKÎ û cejna 25`ê Gelawêjê rêûresmek li bajarê “Salonîk” lidar xistin.

Ev rêûresma ku bi amadebûna Kurdên her çar parçên Kurdistanê hate lidarxistin, bi xwindina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre bi navê lêjneya birêveber a vê rêûresmê, bixêrhatina mêhvanan hate kirin, û peyama lêjneyê ji aliyê “Luqman Qasimî” ve hate xwendin, û navbirî di peyama xwe de tevî pîrozbahîgotina bi kesên amadebûyî, axavtineke kurt derheqê salroja avakirina hizbê kir û piştre jî bas ji qonaxa nû a xebata hizbê kir.

Di beşeke din a vê peyamê de bas ji bandorên “Rasan”ê, û rol û dewra takên civaka Rojhilat û herwisa rola her yek ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Di nîveka vê rêûresmê de, nûneratiya Komele (Saziya Kurdistanî a Hizba Komonîst, nûnerayetiya dervey welat) peyama pîrozbahiya xwe pêşkêşî lijneya birêveber a vê rêûresmê kir.

Ev merasim bi xwindina çend parçe helbest û pexşanan, û li di dawiyê de jî, bi şahî û govendê dawî pê hat.