Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîme, nîva perê diyar kirî yê keçên Şînawê bi hegere regeza wan, jêre nahê dayîn

14:38 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmdia: Bîme bi sedema regezê ve tenê nîva perê diyar kirî yê 28 keçênderxwan ên gundê Şînawê ku di xwendingehê de şewitîbûn, dide.

Nûçegihanên parêzgeha Urmiyê li devê yek ji dadwerên xwendewanên Şînawê bilav kiriye bi sedema keçbûn tenê nîva diyeya keçên Şînawê ji aliyê Bîmê ve tê dayîn.

Dadwerê qutabiyên Şînawê serbarê ewê ku bîme tenê nîva perê diyar kirî dide wan keçane, daye zanîn: Mixabîn seba keçbûnê ku di yasaya Îranê de hatiye, bîmê ragehandiye ku tenê nîva diyeya mêran û regeza nêr, bi wan keçane didin.

Di yasaya niha ya rejîma Îranê de “Diye qas pereyek ku bi sedema sûça nefis, an endamê laş bo wî kesî ku tawan di dijî kesê din encam daye, bi kes û karê wî tê dayîn.

Roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, seba teqîna sûbeyekî petrolê, 28 xwendekarên pola çar a destpêkî ya dibistana gundê “Şînawê” a bajarê Pîranşehrê bûne qurbanî, du keçên dersxwan ên bi navên Sariya Resûl Zade û Seyran Yêgane, seba zor bûna şewatê canê xwe ji dest dane.