Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bînasaziyên şaş sedema zirarên lehiyê ne

13:56 - 5 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Rê û Bînasaziyê yê rejîmê got, bînasaziyên şaş sedema zirarên bûyerên lehiyê ne.

Roja Pênçşemî 15`ê Xakelêwey(4`ê Nîsan)ê, Mihemed Îslamî Wezîrê Rê û Bînasaziyê yê rejîma Îslamî a Îranê di civîna heyeta dewletê de got, bi avadaniyên şaş li ser riya herikîna lehiyê , herwisa  paqij nekirina rûbaran sedemên zirar gihandina gund û bajarên Îranê ne.   

Wî Wezîrê Rê û Bînasaziyê got bînasaziyên welat bo lehiyeke bi wî qasî bihêz nehatine çê kirin, herwisa got pirraniya rûbaran nehatine paqijkirin, hekî pakqij kirbana wiha nedibû û hejmarek pir herifîne çimkû avê di hemû aliyan de derbe jê xistine û bingehên pira  pêka zanista endazyariyê nehatine çêkirin û derheq alav û çêkirina van de xemsarî hatine kirin.

Wî Wezîrê rejîmê di gotûbêjeke medyayî de got, hêza vêranker a lehiyê bi sedema girtîbûna cihê herkîna avê , wekî bûyera bajarê Şîrazê ku bi sedema herkîna lehiyê, û me jî  li ser riya avê avahî  û rêyên hatiçûnê çêkirine û bi herikîna lehiyê hevwelatî zirarên canî û malî berketin, û hekî  me evder aloz nekira ev yek nediqewmî.

Herwisa navbirî got pirraniya hewcehiyên zanistî û taybetî di bînasaziyên Îranê de nehatine berçavgirtin, û piraniya rê, cade û pir, gellek nizim hatine avakirin, ku di heyama rabûna lehiyê de bi hêsanî dikevine bin avê.

Li gorî gotina Wîzêrê Rê, rabûna lehiyê di heyamên borî de, riyên hejmareke zêde ji gundan vêrankiriye û herwisa di 500 noqtan de herfina çiya hebûye û 5 hezar avahî bi sedema lehiyê dibe bên avakirin yan jî nûkirin.

Piştî vê bûyera xwezayî hemû gendelî û xemsariyên berpirsên rejîmê derheq pêranegihîştin û dabîn nekirina hewcehiyan bo hevwelatiyan û herwisa avadannekirina welat eşkere bûye, û berprisên rejîmê jî yek li pey yek îtiraf bi van xemsariyên xwe dikin.