Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binav Dadgeha şorişa Bajarê Urmiyê ciza bi ser 2 welatiyên Kurd de sepand

11:53 - 11 Adar 2020

Dadgeha binav şorişa bajarê Urmiyê, cizaya Salek heps bi ser ciwanekî Kurd bi navê “Azad Ezîzî”de, sepand

Ew ciwanê Kurd bi “teblîx bo yêk ji Partiyên Kurdistanî yên dijî rejîma Îranê” ve, hatiye tohmetbarkirin.

“Azad Ezîzî” di roja Sêşemî, 22`ê Meha Rêbendanê, bi hilgirtina pilakard a “Ez Deng nadim”, ji aliyê hêzên Îtla`atatê ve hatibû desbiserkirin.

Ew ciwanê Kurd di sala 1397`an de jî, bi “Hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd, hatibû tohmetbarkirin ku, bo heyamê 10 rojan di girtîgeha Îtla`ata bajarê Urmiyê de, lêpirsîn jê hatibû kirin.

Herwisa welatiyekî Kurd bi navê “Şehram Kazimiyan” kurê “Faris”, 42 salî, ji aliyê çiqa 2 a dadgeha binav şorişa bajarê Urmiyê ve, bi dadweria “Şêxlû”, 5 sal heps bi serde hatiye sepandin.

Roja Duşemî, 12`ê Reşeme, dadgeha yekem ya “Şehram Kazimiyan” di çiqa 2 a dadgeha binav şorişa bajarê Urmiyê bi dadweriya “Şêxlû” ve, birêve çûbû û ew hepsiyê Kurd jî bi “Hevkarî digel yek ji Partiyên siyasiye Kurd yên dijî rejîma Îranê û teblîx bi dijî rejîmê” hatibû tohmetbarkirin.