Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binav nûnerê mecila Îranê daxwaza avakirina bendavên zêde kiriye

12:08 - 28 Hezîran 2022

Binav nûnerê mecilsa rejîmê yê li bajarê Urmiyê Seyîd Selman Zakir di civîna mecilsê de got divê em cisaretê bidin bi Wezareta Wize bona çêkirina bendavan.

Zakir di civîna mecilsê de diyar kir, divê em cisaretê bidin bi Wezareta Wize bona çêkirina bendavên zêde,lê ev pêşniyara wî binav nûnerê mecilsê di halekê de ye ku karbidestên rejîmê bi nebûna pilanên kêrhatî û avakirina bendavên neyasayî li seranserê Îranê piraniya serkaniyên avê û jîngeha welat ber bi jinav birinê ve birine.

Pf Hûşeng Qemrniya mamosteyê tev girûpên endazyariya avê yê zanîngeha Razî li sala 1398`an di gotûbêja digel nûçegihaniya “Iran Line” ya girêdayî rejîmê gotibû: Bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwediyê avhewayê pirreng in û bo werzêrî û daristanan ava hewce hene lê, berçavnekirina yasayên navneteweyî  yên UNESCO yê di avakirina bendav û veguhastina avê bo deverên din bûye sedem ku, avên binerd yên deştên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke, Qorve, Dihgulan, Bîcar, Dîwandere, Çardolî û Mûçe, rastî rewşa kirîzê bibin û heta qualîtiya ava wan jî tevlîhev bûye.

Pêka yasayên naveteweyî yên UNESCO, divê şert û mercên veguhastin û avakirina bendavan hebin divê li cihê tên veguhastin yan bendav tên çêkirin, nabe evder zirarê bibîn in.