
Li gundê “Qamîşele” yê girêdayê bajarê Merîwanê, kesên derfetçî dest bi birîna daran kirine û darên mezin û çendîn saleyan birîne.
Wan kesan bi bê agehdarbûn ji xisarên darbirînê, dest bi bîrîna daran kirine û jîngeha deverê têk dane
Kesên derfetçî seba qazanca malî ew dar bîrîne û firotine.
Pêka zaniyariyan ew dar bo firotinê, bo bajarê Bokanê hatine şandin.
Herwisa li nav bajarê Mihabadê û nêzî pira “Kobanî” kesên derfetçî û neberpirsiyar, hejmarek dar birîne.
Birîna wan daran ku li ser çemê bin pirê de hatibûne çandinê, dîmena wî cihî têk daye.
Welatiyan bas kirine ku darên her du aliyên çem hatine birîn.
Herwsa welatiyan gotine, hatiye dîtin ku hin kesan ew dar birîne lê ti kesek nîne li hemberî wê hewla li dijî jîngehê û birîna daran bisekine û li pey bikeve.